Biryare di 11’ê Mijdarê de hilbijartina dema şeşem a Parlamentoya Iraqê were lidarxistin. Amadekariyên hilbijartinê dibin pêşengtiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de berdewam dikin.
Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek ragihand ku ji bo lidarxistina hilbijartina Parlamentoya Iraqê wê di 6’ê mijdarê de hemû dibistan bibin navendên dengdanê, ji bo jî li hemû dibistanan heftiyekê betlaneya fermî tê ragihandin.
Hat xuyakirin ku bêhindana fermî hemû dibistanên hikûmî, nehikûmî û navneteweyî digire nav xwe.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin rojek piştî lidarxistina hilbijartinê (12’ê Mijdarê) dewama hemû dibistanan dest pê dike.