Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogu tevlî bernameya Medya Haber TV’yê bû û di derbarê salvegera 15’ê Tebaxê û pêvajoyê de nirxandinên girîng kir.
Çîgdem Dogû ji bo komîsyona meclîsê û gavên pêwîste werin avêtin diyar kir ku peymanekî civakî ya li ser hîmê welatpareziyek nû ya Tirkiyê pêwîste bê avakirin.
Çîgdem Dogu ji bo 15’ê Tebaxê got: “15’ê Tebaxê li Tirkiye û Kurdistanê, ya rast ji bo jiholêrakirina înkarkirina Kurdan destpêkekê îfade dike. Wê fîşeka destpêkê hem di nava gelê Kurd de hem jî di nava gelên Rojhilata Navîn de tirs şikand, bû rojeke sembol."
'Komîsyon wê heta kîjan radeyî çareseriyê peyda bike'
Ji bo avakirina komîsyonê jî Çîgdem Dogû vê wek gavek erênî nirxand û misyona komîsyonê çawa digrin dest cardin bibîr xist û got:
“Ya girîng ew e ku ev komîsyon wê di kîjan astê de înkarkirina Kurdan a zêdeyî 100 salan dewam kir, dijberiya li gelan, dijberiya li jinê û dijberiya li nirxên demokratîk ji holê rake; wê heta kîjan radeyê çareseriyê peyda bike.”
Çîgdem Dogû diyar kir ku komîsyon pêwîste bi awayekî zanîstî û stratejik kar bike,bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bike û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd li ber çavan bigre.
Çîgdem Dogu da zanî ku erdnîgariya Tirkiyê gelekî stretejîk e, lewre heke bikaribe li ser hîmê demokratîkbûyînê vê pirsgirêkê çareser bike wê karibe li ber zinara ku hindik maye jê wer bibe, bi bask bibe û bifire.
Çîgdem Dogû kesên ku li ser navê welatpareziyê li hember vê pêvajoyê derdikevin wek kesayetên şerxwaz û şoven dinirxîne û wiha dibêje:
“Divê nasnameyeke welatparêziya Tirkiyeyê bê avakirin ku Tirkmen jî, Laz jî, Çerkes jî, Kurd jî, Ereb jî, Ermen jî, Suryan jî, Xiristiyan jî, Misilman jî; hembêz bike, hemû xwedî li hevdu derkevin.
Rêber Apo jî di manîfestoyê de giranî da ser vê yekê.
Rêya ber bi destûra bingehîn a demokratîk ve divê li ser hevpeymana civakî, hevpeymana demokratîk an jî komara demokratîk bê nîqaşkirin."