Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir, tê de Cejna Qurbanê li hemî Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir û got:
Di vê dema hestiyar û çarenûsane de, ji bo alî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê, hemû alî berjewendiyên xelkê Kurdistanê esas bigirin.
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî wiha domand:
"Dawiyê li rikberiya bê encam û xweferzkirinê bînin, ku demekê pêvajoya siyasî ya Herêmê bi xwe re mijûl kiriye û daye rawestandin."
Mesûd Barzanî diyar kir ku ew ê piştî cejnê li hev bicivin û dawiyê li vê rewşa nediyar a li Herêma Başûrê Kurdistanê bînin.