Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê ya di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, di 9`Adarê de, koma yekemîn a koçberên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê ber bi warê xwe ve, bi rê ketin û di 10`ê Adarê de gihiştin Efrînê.
Ev kom ji 400 malbatan, ji navçeyên Şiyê, Mabeta û Cindirêsê pêk dihat.
Malbatên vedigerin malên xwe talan û diziya di malên wan de çêbûne belge dikin.
Malbateke ku bi koma yekem re vegeriyaye, bi dîmenan talankirin û wêrankirina malên xwe belge kir.
Malbat ji navçeya Mabeta ya Efrînê ye.
2 malên wan hene, yek li bajarê Efrînê û ya din jî li gund e.
Her du malên wan di destê malbatên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de bûn.
Lê belê wekî ku di dîmenan de jî diyar dibe, mal hatiye talankirin û tevahî kablên kehrebeyê, pencere û derî hatine dizîn.
Ne tenê xaniyê vê malbatê wisa ye, di gelek xaniyan de hîna malbatên ji Xûta, Idlib û cihên din li Efrînê hene û xaniyên şêniyan vala nekirine.
Malên ku vala jî dibin, her tiştekî tê de bi xwe re dibin û malê qirêj dikin û diçin.
Heta niha koçberên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê û Kobanê li benda vegera li ser cih û warê xwe ne.