Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev demeke dirêje di rojeva Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de ye.
Têkildarî pêvajoyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê Keskîn Bayindir di civîna gel de a ku li Wanê hat li darxistin derbarê pêvajoyê ev tişt anî ziman:
“Pêvajoyên berê bi destê dewletê hatin xerakirin û şerên pir xedar qewimîn.
Ev pêvajoya bi saya têkoşîna gelê Kurd pêk hat.
Kurdan xwedî li gava aşitiyê derketin.
Êdî Kurd mafê xwe, zimanê xwe, çanda xwe û azadiya girtiyên siyasî dixwazin.”
Omer Çelik: Çarçoveyeke yasayî dê derkeve holê
Her wiha Berdevkê Lijneya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê Omer Çelik jî piştî civîna ku di bin serokatiya Recep Tayyip Erdogan de pêk hat li ser pêvajoyê wiha got:
"Çarçoveyeke yasayî wê derkeve holê da ku pêdiviyên rapora ku ji hêla Komîsyona Parlamentoyê ve hatiye amadekirin werin bicîhanîn û danîna çekan were misogerkirin."
Gulistan Kiliç: Hêviya civakê ku ev pêvajo bi qanûnê pêk bê
Di heman çarçoveyê de cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bang li Parlamentoyê kir û îdia kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi rêbazên qanûnî dikare were misogerkirin.
Gulistan wiha lê zêde kir:
"Hêviya civakê ew e ku ev pêvajo bi qanûnê were garantîkirin.
Divê parlamento yekser berpirsyariyê li xwe bigire û mîsyona xwe ya der barê aştiyê de bi cih bîne.
Serdestiya hiqûqê bi demokratîkbûnê re hevwate ye, gavên qanûnî ji bo pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyê girîng in."