Tîma Cyber Dragons, got ku di encama hukirinê de zêdetirî hezar û 700 malperên Sûriyê hatine girtin û rawestandin.
Tîmê, diyar kir ku ew ê di demeke nêz de, hemû belgeyên girîng ên hikûmetê belav bike.
Tîma Cyber Dragons, wêneyên ala Kurdistanê, ala Asayîşê, ala QSD'ê û li jêr van wêneyan nivîsiye " Bijî Kurd, bijî Kurdistan, bijî Şehîdên me", "Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e" û strana Şervano xistine ser dîmenan.
Derbarê vê mijarê de, heta niha ti daxuyaniyeke fermî ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve nehatiye dayîn.