Li Helebê 120 hezar kes koçber bûne

Di encama êrîşên Hikûmeta Veguhêz li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de 120 hezar kes hate koçberkirin û 500 kes jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan, di encama êrîşên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de li ser taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, bi sed hezaran kes koçber û bi sedan kes jî winda bûne.

Nêzî 120 hezar kes koçber bûn

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kar û Barên Mirovî (OCHA) ragihand ku nêzîkî 120 hezar kes hîn jî koçber in. Ofîsê, diyar kir ku piraniya koçberan li deverên cîran ên ku êşa kêmbûna xizmetên bingehîn dikişînin, bi cih bûne û pêdiviyên mirovî, bi taybet di warên stargeh, xwarin û tenduristiyê de, girantir bûye.

OCHA’yê destnîşan kir ku êrişan zirareke mezin gihandiye binesaziyê, xaniyên şêniyan û dezgehên xizmetguzariyê, ev yek hewldanên bersiva mirovî asteng dike. 

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî diyar kir ku li gorî tîmên wê yên meydanî û agahiyên malbatên qurbaniyan, hejmara kesên winda di encama êrişan de heta niha ji 500’î derbas bûye. 

Rêxistinên mirovî hişyariyê didin ku krîza mirovî li Helebê girantir bibe, ji ber dewama bûyerên leşkerî û êrişên li ser Dêr Hafir û Meskeneyê û nebûna tu garantiyên rastîn ji bo parastina sivîlan an vegera ewle ya koçberan.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye