Lezgin

Saziya Malbatên Şehîdan dest bi amadekariyên cejna qurbanê kirin

reset font size increase font size

Bi nêzîk bûna cejna qurbanê re, Saziya Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê amadekariyên cejnê dike. Gelek rêze çalakiyan pêk tîne,  di êvara cejnê de erebeyan û mûman amade dikin, ji bo hemû malbat karibin biçin goristana şehîdan û mûman li ser gorên şehîdan pêxin.

Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo cejna qurbanê bi malbatên şehîdan re dibin alîkar û gelek amadekariyan dikin da ku karibin cejnê bi awayekî baş pîroz bikin.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed, da zanîn ku cejna qurbanê cejna aştî û azadiyê ye û ev cejn li tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û got: ‘Em wek malbatên şehîdan beriya cejnê malbatên xwe birêxistin dikin, mûm û girûpan amade dikin da ku bi awayekî giştî êvara cejnê derbasî goristana şehîdan bibin û mûmeyan li ser gorên şehîdan pêxin û di roja cejnê ya duyem û sêyem de girûpên ku hatine amadekirin sardana hemû malbatên şehîd û girtiyan bikin.’

Endama komîteya jin a Malbatên Şehîdan Necah Hewas, anî ziman ku ew ji bo cejnê bi hemû malbatên şehîdan re dibin alîkar û got: ‘Beriya cejnê em alîkariya zarokên şehîdan dikin, da ku karibin cejna xwe bi awayekî baş derbas bikin.’

Gulçîn Ehmê / Ilham Elî

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24