Pakêta Darazê ya 10’emîn ku ji bo guhertina înfazê piştî ji komîsyonê derbas bû ji Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyê(TBMM) re hat şandin. Di derbarê pakêta darazê de gelek bertek hene. Aliyên ku bal dikşînin li ser pêvajoya heyî, paketê nebes dibînin.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rojhilata Navîn û li cîhanê gelek deng veda. PKK bi pêk anîna kongreya xwe re da nîşandan ku li pişt daxuyaniyê ye û çi bikeve li ser mile wan ew hazir in. Lê ji aliyê dewletê ve hê jî gaveke şênber nehatiye avêtin. Her çiqas car caran daxuyaniyên ji bo pêvajoyê hatibin dayîn jî heya niha gavek şênber nehatiye avêtin.
Demeke ku hemû çav li ser desthilata Tirkiyê ye ku ji bo pêvajoyê gav bavêje lê hikumet giran tevdigere. Herî dawî bi pakêta darazê pêşkêşî meclîsê hat kirin. Rexmî ku herkes li bendê bû ku bi vê pakêta darazê re hinek paqijiya rê bê kirin jî, paketa darazê nebû bersiva van bendewariyan. Ji ber vê yekê gelek nerazîbûn derbarê pakêtê de pêş dikevin.
‘Pewîstî bi serdemek nû heye’
Endamê Heyeta Îmraliyê Ahmet Turk di panela “Mafê Hêviyê û Aşitî” ya ku Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) saz kiribû de axivî. Turk anî ziman ku em bi hêvî ne ku di Cotmehê de, pêvajoyek ku bikaribe bibe bersiva bendewariyên wan destpê bike.
Turk di axaftina xwe de, diyaloga di navbera wî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derbasbûye anî ziman û got: “behsa pêvajoya 1993 kir. Wê demê me li Lûbnanê civînek pêk anîbû.
Bi agirbestê re firsendên aştiyekê derketibû holê. Lê belê hêj em li Şamê bûn agahiya wefat kirina Ozal me girt. Dema me ew agahî girt, me dest bi fikrandina ku ev pêvajo bi temamî xilas bû kiribû. Bi rastî jî wisa bû. Lê birêz Ocalan di 1993’an de destnîşan kir ku ew bi birayar in û wisa îfade kir; ’32 salin heman tiştan dûbare dikin, ev jî me nabe ti encamî. Pewîstî bi serdemeke nû, bi feraseteke nû, komareke demokratîk, neteweke demokratîk heye.’ Ocalan destnîşan kir ku heke Tirkiyê xwe bigihîne komarekî demokratîk dê ne tenê pirsgirêkên li Tirkiyê, lê belê dê piştgiriya demokratîkbûna hemû Rojhilata navîn jî bike.”
Bahçelî: Em mecbûr in biratiya Tirk û Kurdan bi pêş bixin
Ahmet Turk destnîşan kir piştî hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine bi cîgirên partiyên siyasî re jî hevdîtin kirine. Turk bal kişand li ser hevdîtina li gel Serokê MHP Devlet Bahçelî kirine û bibîrxist ku Bahçelî gotiye; “Heke min hesabên siyasî bikira, min bangawaziyekî bi vî rengî nedikir. Nediketim rêyek wisa. Lê dema em li Rojhilata Navîn dinêrin, li cîhanê dinêrin, li rewşa Tirkiye dinêrin, em mecbûr in biratiya Tirk û Kurdan bi pêş bixin”
Turk: Çi dibe bila bibe dê Kurd bi ser bikevin
Turk, bal kişand ser vê yekê, ku pewîstiya Tirkan jî Kurdan jî bi vê heye û wiha domand: “Helbet em dizanin ku rexne û bêbawerî hene. Di derbarê samîmî nebûna van de. Di esasê xwe de me samîmiyeta van dît. Lê belê pewîste em bi eşkere bêjin ku bi cîh nehatina bendewariyên me ku beriya cejnê dê pêvajoyek destpê bike gûmanên me zêde kir. Lê ez bawer im ev pêvajo dîsa jî dê bidome. Lê belê paketa darazê ya ku îro pêşkêş kirine, di hêvîyên me de şikandinek çêkir.
Ahmet Turkê got çi jî bibe, aliyê bi ser bikeve dîsa dê Kurd bin, nirxandinên xwe wiha domand: “Daxwaza kurdan ya aştiyê, xwefesixkirina PKK, birayra ku ji bo berdana çekan girtiye, ev hemû destê kurdan xurt kiriye. Heke bi rastî jî Tirkiye tevlî vê pêvajoyê nebe, nebe bersiva bendewariyan aliyê ku winda bike dê Tirkiye be. Lewre gava ku Kurd avêtine li qada navneteweyî de herkes dizane ku gaveke dîrokî ye.”
Gergerlîoglu: Pêvajo bandorê li hemû cîhanê dike
Wekîlê DEM Partî ya Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu di 2. Kongreya Asayî ya Rêxistina DEM Parti ya Kocaelîyê de axivî. Gergerlîoglu anî ziman ku ev pêvajo ne tenê ji bo Tirkiyê, ji bo hemû cîhanê xwedî bandor e û pewîste her kes lê xwedî derkeve.
Gergerlîoglu diyar kir ku li her çar aliyê Tirkiyêyê, avakirina platformên aştiyê pewîstiyeke û got ku divê li Tirkiyeyê komîsyon werin avakirin û gavên gel qaneh dikin bên avêtin.
Gergerlîoglû, anî ziman ku 10’emîn Paketa Darazê di nava gel de rê li ber şikestina hêviyê vekiriye û ev tişt anî ziman: “Bi sed hezaran xizmên girtiyan li benda azadiyê bûn. Lê xeyalên wan têk birin. Heke hûn di mijara çareseriya Kurd de ji dil bin, wê demê divê demokratîkbûn çêbibe.”
Eren Keskîn: Divê di înfazê de wekhevî hebe
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) Eren Keskîn jî ji MA’yê Omer Îbrahîmoglu re axivî û wiha got:“Tu aliyekê vê pêşnûmeyê ya ku ji bo çareseriyê hêviyê bide tune ye. Divê di înfazê de wekhevî hebe û TMK were rakirin.”
Eren Keskîn bal kişand li ser pêvajoyê û nirxandinên xwe wiha domand: “Ji ber ku li aliyekî qala pêvajoyekê tê kirin, aliyek çekan datîne û li bendê ne bi hinek gavavêtinan bersiv bidin pêngavê. Lê belê derketina pêşnûme qanûneke bi vî rengî surprîz bû. Girtiyên nexweş di nava bendewariyan de bûn. Ji ber ku nexweş in û dixwazin derkevin derve. Pakêt van hewcedariyan pêk nayne.”
‘Em li bendê bûn ku qet nebe paqijiya rê bê kirin’
Keskîn axaftina xwe bi van gotinan temam kir: “Ya ku divê pêk were, pêkanîna wekheviyê ya li îdamê, rakirina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, rakirina astengiyên li pêşiya azadiya îfade û rêxistinbûyînê, rakirina prosedurên dadgeriyê yên taybet û rakirina dadgehên xwedî destûra taybet e. Ev daxwazên me yên asayî ne. Lê belê em dizanin ku ev guhertin wê bi carekê re neqewime. Lê belê, qet nebe, em li bendê bûn ku guhertineke ku hêvîya rê li ber van guhertinan veke. Rewşeke bi vî rengî rû neda."
Demhat İsmail