Îsraîlê kuştina fermandarê Feyleq El Quds ê Supaya Pasdaran ragihand

reset font size increase font size

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisraîl Katz ragihand ku îro di êrîşên li ser Îranê de, fermandarê Feyleq El Quds ê Supaya Pasdaran Mihemed Seîd Îzedî hat kuştin.

 Li gor daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, ev fermandarê îranî yê ku hatiye kuştin, alîkarî dabû Hemas û Tevgera Cîhada Îslamî ji bo amadekirina êrîşa 7`ê cotmehê li ser Îsraîlê.

Katz diyar kir ku ev êrîş li bajarê Qum yê Îranê pêk hatibû û mala Fermandar Îzedî kiribû armanc.

Ji aliyê xwe ve jî, Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan duh, fermandarê Yekîneya duyem a balafirên bêmirov a girêdayî Supaya Pasdaran, Emînpûr Cûdkî kuştin.

Berî du rojan berpirsên Îsraîlê tekez kirin ku ji 13’ê vê mehê heta îro, hêzên wan 30 fermandarên leşkerî yên mezin ên Îranê kuştine û 14 zaniyarên Nukleerî kirine armanc.

Ceylan Hesen 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye