Lezgin

Li Ukrayna kesek hate kuştin û 14 jî birîndar bûn

reset font size increase font size

Berpirsên Ukraynayê roja Înê ragihandin ku di êrişa Rûsyayê de ya li ser bajarê Odessa yê li başûrê Ukraynayê herî kêm kesek hat kuştin û 14 kes jî birîndar bûn. Di nav wan de personelên ambulansê jî hene.

Servîsa Lezgîn a Ukraynayê dîmenên ku operasyona rizgarkirinê nîşan didin belav kirin, di nav de dîmenê jinekê ku xwe ji pencereya xaniyê xwe yê dişewitî avêt, hebû.

Waliyê herêma Odessa Oleg Kiper diyar kir ku êriş li dijî avahiyên niştecihbûnê, saziyên perwerdeyê, tesîsên sivîl û şebekeyên veguhestinê pêk hatiye.

Polîsan piştrast kir ku 3 pisporên tendirustiyê ku dema li ser erka xwe bûn di nava birîndaran de hene.

Di daxuyaniya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hat ragihandin ku Rûsyayê di şevekê de bi 86 dronên bêmirov êriş kiriye, lê 70 ji wan ji Hêza parastina Hewayî ya Ukraynayê ve hatine xistin.

Li beramberî wê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê piştrast kir ku herî kêm 61 dronên Ukraynayê anîne xwarê.  

Rustem Elîko

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24