DI ŞER DE 370 EFXANÎ HATINE KUŞTIN Û 397 JÎ BIRÎNDAR BÛNE

Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku di şerê Pakistan û Efxanistanê de ji destpêka sala nû ve û heta niha, herî kêm 769 kesên Efxanî hatine kuştin û birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di encama şerê di navbera Pakistan û Efxanistanê de, gelek kes mirin.

Der barê vê bûyerê de, Neteweyên Yekbûyî raporek weşand.

Li gorî rapora ku ji hêla Mîsyona UNAWAyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Efxanistanê ve hatiye weşandin, di şerê 3 mehan de ê di navbera Efxanistan û Pakistanê de, 370 Efxanî hatine kuştin û 397 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî raporê, piraniya van mirinan di encama êrîşa hewayî ya artêşa Pakistanê de çêbûne.

Ev êrîş li ser Nexweşxaneya Omeedê ya li Kabîlê di 16ê adarê de, pêk hatibû.

Rayedarên Pakistanî îdîa kirin ku ne nexweş û ne jî navendên bijîşkî bûne hedef.

Her wiha rayedaran eşkere kirin ku operasyonê tenê "armancên leşkerî û binesaziya terorîstan" hedef girtiye.

Ji aliyekî din ve, hikûmeta Talîbanê jî ragihand ku zêdetirî 400 kes hatine kuştin.

Lê belê, Neteweyên Yekbûyî bi awayekî serbixwe mirina 269 sivîlan piştrast kir.

Tevî agirbesta NY jî şerê Pakistan û Efxanistanê berdewam dike

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, tevî agirbesta ku di dawiya Remezanê de hatiye ragihandin jî, şer berdewam dike.

Piştî hevdîtinên li Çînê, di destpêka Nîsanê de, her du aliyan soz dan ku rageşiyê kêm bikin.

Lê belê, êrîşên li ser sînorê di navbera Pakistan û Efxanistanê de bênavber berdewam dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye