Li Taylandê ji ber şewatekê 27 kes mirin

Li paytexta Taylandê Bangkokê şewat bi barekê ket, di encamê de 27 kesî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî ku şewat derket, kesên di hundirê barê de hewl dan birevin, lê ji ber ku deriyê awarte girtî bû, nekarîn bireviyana.

Serokwezîr Anutin Charnvirakul, cihê bûyerê kontrol kir wiha got:

"Me 27 cenaze dîtine û me yên din jî birin nexweşxaneyê."

Rêveberê Daîreya Pêşîlêgirtin û Kêmkirina Rewşên Awarte ya Herêma Bangkoka Mezin diyar kir ku di bûyera li barê de 63 kesên din birîndar bûn.

Her wiha rêveber da zanîn ku 22 ji wan birîndariya wan giran e û ew rakirine nexweşxaneyê.

Daîreya Pêşîlêgirtin û Kêmkirina Rewşên Awarte ragihand ku lêkolînên destpêkê nîşan didin ku sedema şewatê alaveke elektrîkê bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye