Amerîkayê ji Îraqê daxwaza rakirina milîsên girêdayî Îranê kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê fişarên xwe li hikûmeta Îraqê zêde kirine, da ku Îraq hebûna komên çekdar ên girêdayî Îranê bi dawî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî NBC Newsê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji hikûmeta Îraqê xwestiye ku têkiliyên xwe bi milîsên girêdayî Tehranê re qut bike.

Amerîka hêvî dike ku hikûmeta Îraqê gavên pêwîst biavêje, da ku milîsên hevalbendên Îranê li Îraqê hilweşîne.

Li gorî heman çavkaniyê, Îraq jî dizane ku Amerîka li benda wê yekê ye ku Bexda têkiliyên xwe bi milîsan re qut bike û piştgiriya wan rawestîne.

Çavkaniyê zêde kir ku Washington dixwaze hikûmeta Îraqê daxuyaniyeke siyasî ya zelal û bêguman bide û ragihîne ku "milîsên terorîst ne beşek ji dewleta Îraqê ne".

Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî ji aliyê Trump ve rastî fişarên zêde tê, ji bo çareserkirina mijara milîsên ser bi Îranê ve ku piştgiriya xwe jê digirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye