Rêberên Ewropî difikirin ku alîkariyên nû bidin Ûkraynayê

Çend dîplomatên YE‘yê ji Ajansa Nûçeyan a Almanî re gotin ku YE dixwaze planên xwe yên bikaranîna mal û milkên cemidî yên Rûsyayê ji bo berjewendiyên Ûkraynayê bidomîne. Di heman demê de rêberan Komîsyona Ewropî erkdar kirine ku ji bo çareserkirina pêdiviyên darayî yên Kîevê planekê pêşkêş bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberên Yekîtiya Ewropî li Brukselê planên ji bo salên pêş, dabînkirina heta 140 milyar euro (162 milyar dolar) ji bo fînansekirina artêşa Ûkraynayê û pêdiviyên darayî pêşwazî bikin, nîqaş meşandin. 

 Serokê Konseya Ewropayê António Costa li ser hesabê xwe yê X'ê nivîsand ku Yekîtiya Ewropayê di du salên bê de pabend e ku pêdiviyên darayî yên lezgîn ên Ûkraynayê çareser bike.

Komîsyon dê li ser daxwaza Belçîkayê, vebijarkên din ên gengaz ji bo dabînkirina piştgiriya darayî ya berfireh ji bo salên 2026 û 2027'an ji bo Ûkraynayê dê pêşkêş bike.

 

Yekîtiya Ewropayê piştgirê herî mezin ê Ûkraynayê ye

 

Yekîtiya Ewropayê ji destpêka operasyona leşkerî ya Rûsyayê ve yek ji piştgirên herî mezin ên Ûkraynayê ye û bi tevahî nêzîkî 180 milyar euro alîkariya darayî û leşkerî daye Ûkraynayê.

 

Lêbelê gelek welatên YE’yê bi gelek pirsgirêkên aborî yên navxweyî, kêmasiyên budceyê û deynên giran re rû bi rû ne, vê yekê jî kir sedem ku hewl bidin milkên cemidandî yên Rûsyayê bi kar bînin.

 

Ger tezmînat neyê dayîn, Rûsya dê pereyan bi dest nexe

 

Li gorî planên destpêkê, piştî bidawîbûna şerê li dijî Ûkraynayêya heta ku tezmînat neyê dayîn, Rûsya dê pereyan bi dest nexe.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ji rêberên YE xwest ku biryarek bilez li ser peyda kirina pereyan ji bo Kîevê bidin û got :“Dem hatiye ku li ser hebûnên Rûsî tevbigerin.”

Li ser heman mijarê  Zelensky roja pêncşemê pesnê biryara rêberên Yekîtiya Ewropî dabû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye