Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump der barê şer û danûstendinên Amerîka bi Îranê re li Koşka Spî ji Rojnamevanan re axivî.
Donald Trump ragihand ku DYA û Îran ji bo bidawîkirina nakokiya di navbera her du welatan de dan û standinan dikin û tekez kir ku hîn biryara pêkanîna êrîşên berfirehtir li dijî Îranê nehatiye dayîn û got:
"Îran di dan û standinên bi Washingtonê re cidîtir e, lê ev yek ne hewce ye ku bibe sedema gihîştina rêkeftinekê.
Du vebijarkên Îranê hene yan rêkeftinekê bike yan jî rastî êrîşên dijwartir were.
Washington amade ye ku tedbîran bigire, lê dan û standinên bi Tehranê re hîn jî berdewam dikin û encamên van dan û standinan ne diyar in.
Nêzîkatiya Îranê ya çêkirina çekeke nukleerî xeta wî ya sor e, lê biryara dawî hîn nehatiye dayîn.
Hejmareke mezin ji dronên Îranê êdî tune bûne."
Trump: Rûsya û Çîn çekan nafiroşin Îranê
Der barê mijara firotina çekan ji aliyê Rûsya û Çînê ve ya ji bo Îranê, serokê Amerîkayê Donald Trump ev agahî da:
"Rûsya û Çîn çekan nafiroşin Îranê.
Serokê Çînê Xi Jinping di civînekê li Pekînê de soz dabû me ku Îranê biçek neke.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî sozeke wisa daye.
Washington dê rasterast çekan nefiroşe Ûkraynayê, lê dê li şûna wê çekan bide welatên endam ên NATO'yê, ku dê bi tevahî pereyan bidin wan."
Di çarçoveya şerê di navbera Amerîka û Îranê de operasyona artêşa Erebistana Siûdiyê li dijî çekdarên Tevgera Hûsî ya Yemenê hatiye destpêkirin.