Piştî 13 rojan êrîş di navbera Îran û Amerîkayê de pêk nehatin

Ji duh şev ve, cara yekem e ku ji Îran û Amerîkayê ti êrîşeke dijber nehatiye encamdan. Êrîşên Amerîka û Îranê 13 rojan li pey hev berdewam kirin. Ji aliyekî din ve jî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Mihemed Baqir Zulqedir daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku êrîşên Îranê yên li dijî Amerîkayê dê bidomin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 13 şevên li pey hev ên êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê û êrîşên bersivdayînê yên Îranê,

ji duh şev ve ti agahiyên nû yên şer û pevçûnên di navbera herdu aliyan de nehatine belavkirin.

Lê belê, li deryayê, artêşa Amerîkayê dibêje ku wan êrîşî keştiyeke petrolê kiriye, ku hewl dida dorpêça Amerîkayê bişkîne û ew rawestandiye.

Her wiha medyaya Îranê duh ragihand ku şandeyeke dîplomatîk ji Umanê ji bo hevdîtinan çûye Tehranê. 

Keştiyeke bi ala Mozambîkê li avên Îranê rastî êrîşekê hat

Li aliyekî din, Balyozxaneya Hindistanê li Tehranê diyar kir ku roja înê keştiya gaza şilekirî ku ala Mozambîkê hildabû û 28 endamên ekîba Hindistanê tê de bûn, li avên herêmî yên Îranê rastî êrîşekê hat.

Balyozxaneyê da zanîn ku hemû endamên ekîba Hindistanê ewle ne û balyozxane bi rayedarên pêwendîdar re di têkiliyê de ye.

Mihemed Baqir Zulqedir: Êrîşên Îranê dê bidomin

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Mihemed Baqir Zulqedir, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bombebarankirina berdewam a ji hêla hêzên Îranê ve, dê heta xweradestkirina dijmin bidome.

Mihemed Baqir Zulqedir di daxuyaniya xwe de ev peyam da:

"Her stûneke dûmanê li herêmê tê wê wateyê ku navendeke leşkerî, ewlehî yan darayî ya Amerîkî hat armanckirin.

Gulebarana berdewam û armanckirî ji hêla şervanên me ve, qamçiya hêrsa miletê serhildêr ê Îranê nîşan dide.

Hêrsa ku li ser rejîma zordar dadikeve û dê berdewam bike heta ku dijmin bi tevahî xweradest bike û xwîna zarokên mezlûm ên Mînab û Lamerd û hwd, bi kerema Xwedê, were hilanîn."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye