Dewlta Îranê di kiriyarên xwe yên bidarvekirina girtiyan de berdewam dike.
46 welatan ji bo rawestandina darvekirinan bang kirin
Derbarê kiriyarên bidarvekirinê yên Dewleta Îranê de 46 welatan daxuyaniyek hevbeş weşandin û rêjeya zêde ya cezayê darvekirinê ji aliyê dewleta Îranê ve,tê kirin şermezar kirin.
Her wiha van welatan daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirinan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kirin.
Ev daxuyaniya hevbeş ji aliyê nûnerê Liechtenstein ve di civîna 63‘yemîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de di 30‘ê îlona sala 2026'an de hat pêşkêşkirin.
Navên 46 welatan di nav îmzekerên daxuyaniyê de hatine rêzkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji destpêka xwepêşandanên kanûna sala 2025‘an û vir ve herî kêm 31 xwepêşander hatine darvekirin.