Roja sêşemê 29'ê îlonê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di rûniştineke giştî û dualî ya parlementoyê de, der barê êrîşa li ser binesazî û keştiyên petrolê yên Îranî de gef li Amerîka û welatên herêmê xwar.
Mihemed Baqir Qalîbaf di civînê de got ku li herêmeke ku Îranî petrolê nafiroşin, ti kes petrolê nafiroşe û eger ewlehiya wan neyê misogerkirin, tu binesazî ewle nabe.
Her wiha Qalîbaf behsa daxuyaniyên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û wî wekî xapînok bi nav kir û daxuyanî û gotinên wî wekî dubarekirina angaştên berê bi nav kir.
Qalîbaf: Serdema gefên ji bo jinavbirina neteweya Îranî bi dawî bûye
Serokê Parlamentoya Îranê der barê Trump de axaftina xwe wiha domand:
"Helwestên bêwate yên Trump li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî nîşan dan ku wan hîn jî reftarên xwe neguhertine.
Li hemberî wê yekê, bersiva me heman gotinên zelal ên berê ne, bizivire da ku em jî bizivirin.
Divê Amerîkî bizanin ku serdema tirsandin û gefên ji bo jinavbirina vê neteweya şaristanî bi dawî bûye.
Divê berpirsên Koşka Spî fêm bikin ku gelê Îranê li hemberî gef, gotarên dijwar an jî dorpêçên hewayî û bazirganî qet paşve gav navêje."
Di dawiya axaftina xwe de, Mihemed Baqir Qalîbaf got ku bersiva Îranê ya li hemberî her cure êrîşkarî yan jî maceraperestî dê tund, poşmanker û bilez be.
Fatme Muhaceranî: Em ji şer natirsin û em ji dan û standinan narevin
Di heman rojê de, Berdevka Hikûmeta Îranê Fatme Muhaceranî di civîneke çapemeniyê de behsa hilwesta welatê xwe der barê hin mijaran de kir.
Fatme Muhaceranî got ku Îran ji şer natirse û ji dan û standinan nareve.
Muhaceranî der barê girtina qada hewayî ya hin welatan li ber firînên Îranê de jî axivî.
Muhaceranî da zanîn ku tiştê ku îro bi firînên wan re diqewime kiryareke zordariyê ye û lê zêde kir ku der barê vê yekê de li gel saziyên navneteweyî gilî hatiye tomarkirin.
Di dawiyê de, Berdevka Hikûmeta Îranê daxuyand ku Îran bawer dike ku divê pirsgirêkên herêmî li herêmê werin çareserkirin.