Şaxa 101'emîn a Dadgeha Ceza ya 2'emîn a Bokanê li ser çalakvana Kurd Menîce Hoşnud sê meh cezayê girtîgehê birî. Ev ceza ku bi hinceta "propagandaya li dijî pergalê" hatiye dayîn, di 11'ê Tebaxa 2026'an de ji bo wê hat ragihandin.
Hoşnud a 58 salî, di 26'ê Gulana 2026'an de di encama serdegirtina mala malbata xwe de ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve bêyî hincet û biryara dadgehê hatibû binçavkirin. Di dema serdegirtinê de, hêzên ewlehiyê dest danîn ser amûrên wê yên kesane yên wekî laptop, telefona destan û hinek pirtûkan.
Çalakvan Minîje Hoşnud berê jî rûbirûyê darizandin û zextên dadwerî bûbû. Di sala 2024'an de jî ji aliyê Şaxa 101'emîn a Dadgeha Ceza ya Bokanê ve bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.