Rubio: Amerîka hewl dide bi Îranê re danûstandinan bike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevpeyvînekê de bi rojnamevanan re mijara danûstandinên bi Îranê re anî ziman. Marco Rubio da zanîn ku ew pêşwaziyê li her hewldanekê ji bo jinûvedestpêkirina danûstandinên bi Îranê re dike. Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî diyar kir ku têkiliyên dîplomatîk bi Amerîkayê re bi rêya navbeynkaran didomin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio êvara yekşemê berî ku biçe Manîlayê da ku beşdarî lûtkeya Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê bibe behsa mijara danûstandinên bi Îranê re kir.

Marco Rubio ji rojnamevanan re got ku Amerîkayê gelek caran hewl daye ku bi Îranê re danûstandinan bike û dê hewldanên xwe berdewam bike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê wiha lê zêde kir:

"Heke deriyê danûstandinan vebe, em ê pêşwaziya wê bikin.

Operasyonên leşkerî yên Washingtonê bi kiryarên Tehranê ve girêdayî ne.

Ne bi peyamên wê yên li ser amadebûna wê ya ji bo danûstandinan.

Ew bi berdewamî peyamên ku ew dixwazin biaxivin û danûstandinan bikin, dişînin."

Beqayî: Navbeynkaran pêşniyar ji Îranê re pêşkêş kirin 

Têkildarî mijara dan û standinan, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî roja duşemê di civîneke çapemeniyê de mijara danûstandinên bi Amerîkayê re nirxand

Îsmaîl Beqayî got ku israrkirina li ser dualîteya "danûstandin yan şer" ji bo Îranê ne sûdmend e.

Beqayî di berdewamiya axaftina xwe de ev agahî dan:

"Tiştê ku rayedarên Îranê dikin, yek aramnc jê re heye.

Ew jî parastina berjewendiyên neteweyî yên Îranê ye.

Armancek ku carinan bi rêya parastinê, carinan bi rêya dîplomasiyê û carinan jî bi herduyan tê pêkanîn.

Pêşniyar ji hêla navbeynkaran ve hatine pêşkêşkirin û me ev pêşniyar wergirtine.

Em ê nehêlin Tengava Hurmizê ji bo gefxwarina li ewlehiya Îranê were bikaranîn."

Di dawiya axaftina xwe de, Beqayî anî ziman ku têkiliyên dîplomatîk bi Washingtonê re bi rêya navbeynkaran berdewam dikin

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye