Li Îranê xelk ji ber rewşa xirab a aboriyê xwepêşandanan li dar dixin

Careke din li Îranê xelk ji ber enflasyon û xirabûna rewşa aboriyê derketin xwepêşandanan. Îro li hejmarek parêzgehên Îranê malnişînan xwepêşandan li dar xistin û daxwaza baştirkirina rewşa heyî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro malnişîn li gelek parêzgehên Îranê, di nav de parêzgehên Xozistan, Gîlan, Esfehan û Tehranê xwepêşandanên nerazîbûnê li dar xistin.

Van malnişînan li dijî mûçeyên di bin xeta xizaniyê de, xizmetên bijîşkî yên bi pereyan û derengketina dirêj a dayîna mûçeyên meha Gulanê xwepêşandan kirin.

Malnişînan bi pankartan diyar kirin ku mûçeyên wan pir kêm in û heta lêçûnên hefteyekê jî dabîn nakin.

Di vî dîmenî de, komek malnişîn li parêzgeha Esfahanê ji bo protestokirina mûçeyên xwe û pirsgirêkên debara jiyanê derketin xwepêşandanan.

Her wiha di heman çarçoveyê de, komek din ji malnişînan li paytexta Îranê Tehranê kombûneke nerazîbûnê li dar xistin.

Da ku li dijî pirsgirêkên debara jiyanê, kêmbûna hêza kirînê û nebicihanîna sozên ku hatine dayîn protesto bikin.

Ev jî dîmenê xwepêşandanên bajarê Şûşê yê ser bi Parêzgeha Xozistanê ve ye.

Malnişînên bajêr li dijî bihayên bilind, enflasyon û belavbûna xizanî û bêkariyê xwepêşandanek li dar xistin.

Her wiha malnişînan bi qîrîna dirûşmeyan li dijî atmosfera fişar, girtin, binçavkirin û bidarvekirinê û sînordarkirinên li ser rêxistinên karkeran ên serbixwe nerazîbûna xwe nîşan dan.

Di van demên dawiyê de, xwepêşandan ji ber xirabûna rewşa aboriyê, mûçeyên kêm, bêkarî û enflasyonê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rêjeyeke berbiçav zêde bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye