Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê ragihand 6ê tebaxê, hêzên îstîxbarata Supaya Pasdarên Îranê bi rêya bikaranîna bi dehan wesayîtên leşkerî bi ser gundê Ney ê ser bi bajarê Merîwanê ve girtin.
Serdegirtin bêyî ku ti fermanên dadweriyê werin pêşkêşkirin hat kirin.
Her wiha hêzên Îranê li malan lêgerîn kirin û hejmarek ji welatiyên gund girtin.
Li gorî rêxistinê, di serdegirtinê de herî kêm şeş welatiyên Kurd û çalakvanên jîngehê hatin girtin.
Navên kesên ku hatine girtin jî wiha ne:
Arya Merûfî, Piştîvan Tatar, Zanyar Eswar, Saman Xusrowî, Hawrî Perwaze û Saro Rewşenî.
Her şeş kes hatin girtin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Hingawê ragihand ku hejmara kesên ku hatine girtin dibe ku ji şeşan zêdetir be.
Heta niha, der barê sedema girtinê, sûcên wan an cihê van her şeş welatiyan de ti agahî tune ne.
Du kolberên Kurd li ser sînorê Rojhilat û Başûr birîndar bûn
Li gorî heman rêxistinê, roja sêşemê 4ê tebaxê, demjimêr 10ê êvarê, kolberê Kurd ê bi navê Goran Xuderî yê ji gundê Nîze Rod ê ser bi bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ve, li ser xeta sînorî ya gundê Hengejalê yê li heman bajarî, bû armanca gulebarana rasterast a parêzvanên sînoran.
Ew ji ranê xwe bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Selahedîn Eyubî ya bajarê Baneyê hat veguhastin.
Ji aliyekî din ve, roja çarşemê 5ê tebaxê, kolberekî din ê Kurd bi navê Bextiyar Emînî yê ji gundê Dosîne yê ser bi bajarê Baneyê ve dema ku li ser sînorê Hengejalê qaçaxçî dikir, ji ber teqîna mayînekê, lingê wî bi giranî birîndar bû.
Ew niha li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.