Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê ragihand ku di 22’yê tîrmehê de, girtiyê Kurd ê bi navê Îrec Îbrahîmî Zade li zindana navendî ya Îlamê hat bidarvekirin.
Îrec Îbrahîmî Zade 37 salî ye û ji xelkên parêzgeha Îlama Rojhilatê Kurdistanê ye.
Li gorî çavkaniyan, Îrec Îbrahîmî Zade di 23’yê cotmeha 2023’yan de hatibû girtin.
Paşê ji aliyê Dadgeha Parêzgeha Îlamê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
Elî Ehmed Yûsifî û Elî Murşid hatin bidarvekirin
Heman Rêxistinê da zanîn ku di heman rojê de, cezayê bidarvekirinê yê girtiyê bi navê Elî Ehmed Yûsifî, li Zindana Navendî ya Parêzgeha Kermanê hate bicihanîn.
Elî Ehmed Yûsifî ji gundê Çah Murad ê ser bi bajarê Kuhnûcê ve ye û niştecihê bajarê Cîrfet ê ser bi parêzgeha Kermanê ve ye.
Ev kes berê ji hêla hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û paşê ji hêla dadweriya Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Li aliyekî din, girtiyek ji xelkên Meşhedê bi navê Elî Murşid, ku berê ji aliyê dadweriya Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn, li zindanên Meşhedê hat bidarvekirin.
Dewleta Îranê sê caran cezayê bidarvekirinê li xwepêşanderekî birî
Kampanyaya Mafên Mirovan a Îranê roja pêncşemê, ragihand ku girtiyê bi navê Ehed Şikohiyan, sê caran ji aliyê dadgeha Tehranê ve cezayê bidarvekirinê lê hat birîn.
Ehed Şikohiyan 38 salî ye û yek ji xwepêşanderên xwepêşandanên Çileyê bû û li Tehranê hatibû girtin.
Her wiha ew li Girtîgeha Qezel Hîsarê ya Kerecê girtî ye.