Ajansê lê zêde kir ku piştî êrîşê hêzên Îranê bajêr kontrol dikin û rewşê dinirxînin.
Ajansê tu hûrgiliyên din der barê vî şerî yan jî rewşa komên çekdar de ranegihand.
Di dawiyê de, ajansa Tesnîmê daxuyand ku piştî ku hûrgiliyên êrîşê zelal bibin, dê agahiyên der barê wê de werin eşkerekirin.
Di van demên dawiyê de, li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şer û pevçûn di navbera hêzên Îranî û komên çekdar de zêdetir bûye.