Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku sibeha pêncşemê, 6`ê tebaxa 2026`an, bidarvekirina du girtiyên Tirk ên ji Erdebilê, yên bi navê Tohîd Abdullahî, bavê du keçan û Hemed Cîhanî-Kalesar, li zindana navendî ya bajêr hat kirin.
Hemed Cîhanî-Kalesar 4 sal berê hatibû girtin û Tohîd Abdullahî 11 sal berê bi tohmeta kuştina bi zanebûn cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Ji aliyekî din ve, roja çarşemê sibehê, 4`ê tebaxê, cezayê bidarvekirinê yê Elî Penahînezhad ê 37 salî, xelkê Lor û xelkê Dezful, li girtîgeha navendî ya bajêr hat bicîhanîn.
Heta dema nivîsandina vê raporê, nûçeya bidarvekirina van hersê girtiyan ji aliyê medyaya fermî ya Îranê yan jî saziyên girêdayî dadweriyê ve nehatiye ragihandin.