Amerîka û Îran di nava rageşiyekê de ne, her du alî ev çend rojin gefan li hev dixwin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê ji nû ve tê sepandin û operasyoneke Amerîkî da destpêkirin.
Ev operasyon ji bo "parastina Tengava Hurmizê" ye.
Her wiha Donald Trump li ser platforma Truth Social ev peyam da:
"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê careke din dorpêça deryayî li ser Îranê ferz bike.
Amerîka wê ji bo hemû kelûpelên ku di Tengava Hurmiz re têne şandin de bacê 20% werbigire."
Ji aliyekî din ve Trump piştrast kir ku tu şansê Îran yê ji nû ve avakirina şiyanên xwe yên leşkerî tune.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku tenê rê li ber keştiyên Îranê girtiye ku di Tengava Hurmizê re derbas be, hemû welatên din wê ji gihîştina dadperwerane û azad a tengavê sûd werbigirin.
Her wiha Trump got ku cîbicîkirina vê tedbîrê wê tavilê dest pê bike û Tengava Hurmizê vekirî ye.
Di hevpeyvîneke telefonî de bi Fox News re, serokê Amerîkayê, Îran bi paşvekişandina lihevkirinên berê yên bi Amerîkayê re tawanbar kir û wiha pêde çû:
"Ma ne peymanek hebû, lê wan ew şikand.
Ew mirovên xirab in.
Em ê Tengava Deryayê kontrol bikin û dibe ku em wê birêve bibin.
Em ê bibin parêzvanê Tengava Hurmizê û dibe ku em wekî 'Firîşteya Parêzvanê Tengavê' werin binavkirin.
Divê ji bo vê yekê em werin hilbijartin."
Beqayî: Em ê nehêlin ku tengava Hurmiz bibe çavkaniya gefan li ser Îranê
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihandbû ku Îran nahêle Tengava Hurmizê bibe çavkaniya gefan li ser ewlehiya Îranê.
Beqayî di civîneke çapemeniyê de ev tişit gotibû:
"Em ê nehêlin ku Tengava Hurmiz bibe çavkaniya gefan li ser ewlehiya neteweyî ya Îranê.
"Daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê dabînkirina eskortên leşkerî ji bo keştîyên bazirganî, daxwaza Washingtonê ya parastina rewşek bêîstîqrariyê li herêmê piştrast dike."
Di bersiva Trump de jî, Supayên Pasdarên Îranê ragihand ku Tehran rê nade Washingtonê ku destwerdanê di rêveberiya Tengava Hurmiz de bike.
Gelo Amerîka wê Tengava Hurmizê kontrol bike?