Artêşa Îsraîlê 850 navendên dengdanê li hundir û derve amade dike

Artêşa Îsraîlê beriya hilbijartinên giştî yên 27‘ê Cotmehê, 850 navendên dengdanê ji bo leşkerên xwe yên li Xeza, Libnanê û Sûriyê amade dike. Dengdan dê di 20‘ê cotmehê de dest pê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya "Times of Israel" ragihand ku ji ber sedemên muhtemel dê leşker êvara 20‘ê cotmehê ango hefteyek berî hilbijartinên giştî dest bi dengdanê bikin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, ji sedî 25 navendên dengdanê dê gerok bûn da ku tevahî leşker, di nav de yên yedek jî karibin li deverên dûr û deverên leşkerî deng bidin.

Rojnameyê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê bi qasî 40 navendên leşkerî li Xezayê, çendek li Libnanê û 9 li Sûriyê veke.

Her wiha îşaret pê kir ku dê destûr bê dayîn ku leşker di roja hilbijartinê de li navendên dengdanê yên sivîl deng bidin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye