Hikmet El Hicrî: Em daxwaza serxwebûna tam a Siweydayê dikin

Serokê Rûhanî yê Civaka Durziyan şêx Hikmet El Hicrî diyar kir ku nêrîna wan a ji bo Siweydayê li ser bingeha "serxwebûna tam" e û got mafê çarenûsê yê xelkê Siweydayê mafekî bêveger e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêx Hikmet El Hicrî anî ziman ku vîzyona wan li ser bingeha serxwebûna tam a parêzgeha Siweydayê ye.

El Hicrî diyar kir ku hejmara revandî û windahiyên ji xelkê herêmê, di nav de jin jî nêzî 600 kes e û Hikumeta Şamê di her dan û standinên derbarê wan de astengiyan derdixe.

El Hicrî di diyaloga xwe de, bang li civaka navneteweyî kir ku qîr kirina xelkê Siweydayê nas bike.

Li ser bingeha mezhebî,  Siweyda ji hêla hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve, rastî êrişeke leşkerî  hat, di encamê de bi sedan welatî bûn qurbanî û zêdetirî 200 kes li meydanan hatin înfazkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye