Li Deryaya Spî keştî li hev qelibîn 14 penaberan jiyana xwe ji dest da

Li peravên Deryaya Spî ya xeta Tirkiyê keştiyeke penaberan bi keştiyeke ewlekariya peravê re li hev ket, di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ewlekariya Peravên Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku li peravên parêzgeha Antalyayê li başûrê Tirkiyê, dema ku qeyikeke lastîkî ya koçberan li yek ji keştiyên wan qelibî, herî kêm 14 kes mirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku qeyik îro serê sibehê li perava Fînîke ya Antalyayê hat dîtin.

Her wiha destnîşan kirin ku wan gelek caran hişyarî da penaberan ku rawestin, lê wan hewl daye birevin.

Di daxuyanîyê de hate diyarkirin ku qeyik paşê li keştiyek Ewlekariya Peravê qelibî ye.

Hate destnîşankirin ku şeş koçber û welatiyekî Tirkiyê hatine rizgarkirin, termê 14 kesan hatine dîtin û 15 kesên din piştî ku rêwîtiya xwe di qeyikê de heta bejahî domandine, hatin girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye