Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku derdora herêma Tel Kirûm a gundewarên navîn ên Quneyterayê berbanga îro bi obîsan hat topbarankirin.
Endamên topbaranê û kesên li pey wê nehatin zanîn.
Beriya çend rojan hêzên Îsraîlê zeviyên çandiniyê yên navbera bajarokên Semdaniye û Tel Kirûm.
Her wiha derdroa girê Ehmer Şerqî û gundê Terenceyê topbaran kirin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, di topbaranê de zerarên mirovî çênebûn.
Li aliyekî din jî tevgerên leşkerî yên Îsraîlê li gundewarên Dera û Quneyterayê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de bendên demkî yên kontrolê tên avakirin, bi ser malan de tên girtin û binçavkirin çêdibin.
Di heman demê de qadên çandiniyê yên Quneyterayê tên hedefkirin.