Berî 7 mehan li ser medyaya civakî kampanyaya "hûnandina keziyan" hatibû destpêkirin.
Ev kampaniya, piştî ku endamekî komeke çekdar a girêdayî hikumket Sûriyê keziya şervaneke Kurd jê kir dest pê kir.
Ev yek di nava raya giştî de bû sedema berteke mezin.
Li seranserî cîhanê jinan keziyên xwe hunandin û piştgirî dan.
Ji kesên ku bûn piştgir, İkra Avci bû.
İkra Avci hemşireyeke kurd a ji Amedê ye.
Ew li nexweşxaneyeke giştî ya bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyê kar dikir.
Ji ber vîdyoyeke ku li ser medyaya civakî parve kiribû, rastî lêpirsîn û fişarên mezin hat û di encamê de ji pîşeyê xwe hate avêtin.
Paşê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" bi kelepçekirina berevajî hate binçavkirin.
Di meha Rêbendana (Çileya) 2026'an de bi awayekî demkî ji karê wê yê hemşiretiyê hate dûrxistin.
Di qonaxa dadgehê de, di 21'ê Gulana 2026'an de dadgehê biryara bêgunehiyê da û ew ji dozê xilas bû.
Tevî ku dadgehê ew tiştek li ser wê nedît jî, Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê lêpirsîna îdarî domand.
Îkra Avci: Ez li hemberî kuştina jinekê bêdeng nemam
Îkra Avci bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ji pîşeya xwe hatiye avêtin.
Îkra Avci bertek nîşanî biryarê da û got:
Ez li hemberî kuştina jinekê bêdeng nemam.
Ji bo ku ez bertekê nîşanî kuştina jinan û tundiyê bidim, min porê xwe hûna.
Bedela wê jî ji bo min bû pîşeya min.
Heqê min li we heram be..."