Elî Zeydî: Êdî çek di bin kontrola fermandariya giştî de ye

Serokwezîrê Îraqê ragihand ku piştî bidawîbûna erka leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî, Îraqê serweriya xwe ya tam bi dest xistiye. Serokwezîr destnîşan kir ku biryara şer û aştiyê tenê di destê saziyên destûrî de ye û tekez kir ku ji 1'ê Cotmeha 2026'an ve nexşerêyek zelal ji bo rûbirûbûna çekên li derveyî kontrola dewletê dest pê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di gotara xwe ya bi helkefta Roja Neteweyî de rûdanên nû û pêngavên stratejîk ên welatê xwe eşkere kirin. Serokwezîr da zanîn ku Îraq êdî dewleteke xwedî biryar e, parastina erd û esmanê xwe bixwe dike û hemû çekên di nav welat de di bin fermandariya Serokfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de ne.

Elî Zeydî destnîşan kir ku serweriya tam a Îraqê di 30'ê Îlona 2026'an de, bi bidawîbûna fermî ya erka leşkerî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re temam bûye. Ji 1'ê Cotmeha 2026'an ve pêngaveke cidî li dijî çekên li derveyî qanûnê dest pê kiriye û wekî muhleta dawî ya cîbicîkirina vê nexşerêyê 30'ê Hezîrana 2027'an hat diyarkirin.

Li gorî destûra welat, dê hemû komên çekdar ên ne Îraqî yên li ser axa Îraqê bi temamî bêne bêçekkirin da ku ewlehiya sînoran û aramiya welat were parastin, her wiha rê nayê dan ku axa Îraqê bibe xala êrîşê li dijî welatên cîran. Hikûmet dê li ser asta navxweyî berdewam be li ser şerê li dijî gendeliyê, parastina malê giştî û xurtkirina sîstema çavdêriyê.

Serokwezîrê Îraqê di dawiya peyama xwe de bang li gelê Îraqê kir ku yekitiya xwe biparêzin û destnîşan kir ku welatê wan niha ji qonaxa birêvebirina krîzan derbasî qonaxa avakirina pêşerojê dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye