Erdhejeke bi hêza 5.9 pileyan welatê Îndonezyayê hejand

Li herêma Sumbawa ya Îndonezyayê erdhejeke bi hêza 5.9 pileyî di kûrahiya 10 kîlometreyan de rû da. Li gorî zanyariyên destpêkê, tu zirarên canî an maddî ji ber vê erdhejê çênebûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size
Navenda Lêkolînên Zanistên Erdnasî ya Elmanî (GFZ) ragihand ku erdhejeke mezin li herêma Sumbawa ya girêdayî parêzgeha Nusa Tenggara ya Rojava li Îndonezyayê qewimiye. Navendê eşkere kir ku erdhej saet di 22:55'an de li gorî dema GMT rû daye û kûrahiya wê di bin erdê de 10 kîlometre bûye.
 
Li gorî heman çavkaniyê, koordînatên navenda erdhejê di xeta pahnahiya 9.69 pileyan li başûr û xeta dirêjahiya 118.93 pileyan li rojhilat de hatine tespîtkirin.
 
Her çend erdhej bi hêz bû jî, rayedaran heta niha tu rapor derbarê birîndarî, windahiyên canî an rûxana avaniyan de belav nekirine.
 
Hêjayî gotinê ye ku Îndonezya ji ber cîhê xwe yê erdnîgarî ku dikeve ser herêma bi navê "Kembera Agir" ya Okyanûsa Pasîfîk, timûtim rûbirûyê lerzînên tewwerî û çalakiyên volkanîk dibe.
 
Ev dever xeteke çalak a lihevketina lewheyên tektonîkî yên dinyayê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye