Li herêma başûrê rojavayê Fransayê ji ber bager û bahozê karesat rû da. Li gundê Pommasê ku hezar kes tê de dijîn, bagerê banê gelek xaniyan firand û zirar da nêzîkî 300 malan. Rayedarên Fransayê ragihandin ku di karesatê de 41 kes birîndar bûne û ji wan 15 kes rakirine nexweşxaneyê. Di nav birîndaran de jineke ducanî jî heye ku ji ber hilweşîna xênî di bin de mabû.Ji ber karesatê zêdetirî 120 xebatkarên hawarçûnê sewqî gund hatin kirin. Her wiha, ji ber bager û barîna zîpikan, qonaxa sêyemîn a pêşbirka bîsîkletê ya navdar "Vuelta a España" ya li devera Aude hat betalkirin.
Wezîrê Veguhastinê yê Fransayê Philippe Tabarot diyar kir ku bahozê bandoreke neyînî li tora gihandinê kiriye; rêwîtiya balafiran li balafirgehên bajarên mîna Bordeaux, Marseille, Nice, Toulouse û Parîsê dereng ketine an jî hatine betalkirin. Li aliyê din, elektrîka 2 hezar û 800 malan li 10 gundên herêmê qut bûye.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Neteweyî ya Fransayê, leza bagerê li gundê cîran Arquette-en-Val gihştiye 117 kîlometreyan di saetê de, û hişyariya "asta porteqalî" li herêmê hîn jî berdewam dike.