Hêzên ewlehiyê yên Îranê li gundekî ser bi bajarokê Dîwandereyê ve li Rojhilatê Kurdistanê, sê endamên malbatekê desteser kirin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, kesên hatine girtin Meryem Muradîyan, Sîrûs Hemîdî û keça wan a 16 salî Kurdiya Hemîdî ne.
Hatiye ragihandin ku operasyona desteserkirinê di nîvê vê mehê de û bêyî ti biryara dadgehê pêk hatiye. Li gorî zanyariyên dawî, nûciwana 16 salî Kurdiya Hemîdî piştî 4 rojan ji girtîgehê hatiye berdan. Lê belê, girtina dayîk û bavê wê hîn jî berdewam dike û destûr nayê dayîn ku ew bi parêzer an jî malbata xwe re hevdîtinê bikin. Heta niha sedema girtina vê malbatê û tewanên li ser wan bi fermî nehatine eşkere kirin.
Ev gava Îranê li ser asta navneteweyî dibe sedema bertekan, bi taybetî ji ber ku girtina zarok û ciwanan di operasyonên dawî de zêde bûye. Rêxistina UNICEF'ê beriya niha fikarên xwe anîbûn zimên û daxwaza berdana zarokên girtî kiribû, û hişyarî dabû ku bêparkirina ji azadiyê bandoreke neyînî û mayînde li ser derûniya zarokan dike. Saziyên mafên mirovan tekez dikin ku çarenivîsa hiqûqî ya gelek zarokên Kurd û Belûç ên ku di xwenîşandan û operasyonên dawî de hatine girtin, hîn jî ne diyar e.