Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava 5’emîn dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2025’an de, li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.
Mîhrîcan ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve tê lidarxistin. Mîhrîcan bi dirûşma “Çîrokên hevpar, sînemaya azad” li dar dikeve. Dê mîhrîcan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê TEV-ÇAND’ê bê lidarxistin.
Komîna Fîlman a Rojava di 13’ê Tebaxê de lidarxistina mîhrîcanê îlan kir. Ji wê demê heta niha 120 fîlmên ji her çar parçeyên Kurdistanê, hundirê Sûriyeyê, welatên Ewropayê, Amerîka û Afrîkayê û welatên Rojhilata Navîn serdana mîhrîcanê kiriye.
Di 30’ê Îlonê de dema serlêdanan bi dawî bû. 218 fîlman û 15 senaryoyan serlêdan kir. Dê di hefteyên pêş de lijneya hilbijartina fîlman û komîteya amedekar fîlman hilbijêre. Li gorî agahiyên me ji komîteya amedekar wergirtine, dê derdora 70 fîlm bên hilbijartin.
Ji derveyî nîşandana filman, dê derhênerên filman jî semîneran bidin, li ser filmên xwe û sînemayê bi temaşevanan re goftogoyan bimeşînin.
Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava cara yekem di Mijdara 2016’an de pêk hat. Ya duyemîn di 13’ê Mijdara 2017 li Qamiloyê, ya 3’emîn di Mijdara 2018’an de li Kobanê û ya 4’emîn di 13’ê Mijdara 2019’an de li Qamişloyê pêk hat. Dê mîhrîcana 5’emîn di 2022’an de pêk bihata. Lê ji ber şert û mercên ewlekariyê pêk nehat. Piştî 6 salan dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2025’an de bê lidarxistin.