Dîmenên şewtandina refineriyên petrolê yên li bajarokê Cerdî yê li rojhilatê Dêrazorê ku li ser tevnên medya dijîtal belav bûne jî vê yekê piştrast dikin.
Niştecihên Dêrazorê, ji petrola herêmê para xwe dixwazin, lê Hikûmeta Veguhêz dixwaze dahata petrolê navendî bike, lewma gel li hember rewşa heyî nerazî ye.
Li hemberî navendîkirina dahata petrolê, kesên nenas êrîşî bîrên petrolê kirin û ew şewtandin.
Di 29'ê Çileyê de, Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyê hemû xwediyên refineriyên petrolê agahdar kirin ku ew refineriyên petrolê rawestînin.
Ev biryar bêyî ku refineriyên petrolê yên alternatîfekê ji bo dabînkirina sotemenî ji Dêrazorê re werin peydakirin, hatiye dayîn.