Wezareta Parastinê ya Îraqê têkildarî xistina balafireke bêmirov û nenas li Başûrê Kurdistanê li Kerkûkê, daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê, balafireke bêmirov a nenas ku bi nizmî di ser asîmanê Alaya 3'yemîn a tugaya 44'emîn a Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê re difiriya, hat xistin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku, ti ziyanên madî û canî di dema ketina balafira bêmirov de çênebûne.