Bi dehan malbatên dîlgirtiyan li Qada Şehîdan a Qamişloyê kom bûn.
Malbatan wêneyên zarokên xwe rakirin, bangên "em zarokên xwe dixwazin", "zarokên me berdin" kirin.
Çalakiya wan veguherî meşê û li kolanên Qamişloyê bi dirûşmeyan daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe kirin.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de heya niha nêzî hezar û 32 dîlgirtî hatine berdan.
Li gorî agahiyan heta niha ji 200 heta 300 dîlgirtî di girtîgehên hikumetê de ne.