Îro Encumena Parêzgeha Kerkûkê derbarê civîna sibe ku tê payîn bê lidarxistin de, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de, bang li endamên Encûmena Kerkûkê tê kirin ku sibe tevlî civîna awarte û taybet a ji bo guhertina wezîfeya walî bibin.
Li gorî rojeva civînê, sibe wê di wezîfeya walitiya Kerkûkê de guhertin çêbibin û Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wê îstifaya waliyê niha yê Kerkûkê Rêbwar Taha qebûl bike.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, sibe wê walî were guhertin û Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman bibe waliyê nû yê Kerkûkê.
Lê derbarê van agahiyane de, heya niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.