PCCWSˊê xwe fesix kir, saziyek nû tê avakirin

Hejmarek ji endamên damezrîner ên PCCWS'ê, ji ber pirsgirêkên navxweyî û rûbirûbûna bi serokatiya meclisê re biryara fesixkirinê meclisê dan. Endaman eşkere kirin ku xebat li ser damezrandina saziyeke nû dest pê kiriye ku şaştiyên berê derbas bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hejmarek ji endamên Meclisa Siyasî ya Naverast û Rojavayê Sûriyê PCCWS'ê bi daxuyaniyekê fexiskirina meclisê ragihandin.

Endaman sedemên dayîna biryarê bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PCCWS'ê ji bo temsîliyeta gelê li Naverast û Rojavayê Sûriyê hatiye darmezrandin û wiha got:

"Me ji destpêka avabûnê û heta niha ji bo temsîlkirina gelên Navîn û Rojavayê Sûriyê ye, bi taybetî civaka Elewî di gelek astengî û zehmetî dîtin.

Tevî hewldanên me ji bo parastina yekîtiyê, pêşîlêgirtina li xîtaba ku dakeve armanckirina kesayetên neteweyî, em îro gihîştine xaleke rûbirûbûnê bi pratîkên bêberpirsiyar ên ku sembolên nûnertiya raya giştî ya Sûriyê li herêma me, dikin hedef.

Me bi baldarî xebat kir da ku avahiya siyasî û gelêrî ya meclisê biparêzin, lê ji ber ku tenê 6 ​​endamên damezrîner di Nivîsgeha Rêvebir de man piştî ku piraniya vekişînan ji ber pirsgirêkên bi serokê meclisê re, me dît ku ezmûna me ji rêça xwe ya pîşeyî bi dûr bikeve.

Serokê meclisê, li şûna ku balê bikişîne ser karên siyasî yên cidî, bi nîqaş û gengeşeyên li ser medya civakî mijûl bûye û zirar daye pêbaweriya saziyê.

Ev yek heta êrîşên kesane li ser rêberê ruhanî yê civaka Elewî, Şêx Xezal Xezal jî pêk hatin. 

Ev yek heqaretê li tevahiya civakê dike û bi tevahî nayê qebûlkirin."

Di daxuyaniyê de, hate zanîn ku wan derfet pêşkêşî serokê meclisê kirine ku ji serokatiya meclisê vekişe, lê wî ev yek red kir.

Ji ber vê yekê, endaman ragihandin ku Meclisa Siyasî ya Navîn û Rojavayê Sûriyê di forma xwe ya heyî de tê fesixkirin û serokatiya wê ji roja vê daxuyaniyê ve hemû rewatiya qanûnî û temsîlî winda dike.

Her wiha Xebat li ser damezrandina saziyeke siyasî ya nû dest pê kiriye ku li ser destkeftiyên berê ava bibe û xeletiyên rêxistinî û prosedurî ​​yên ku bûne sedema vê biryarê derbas bike, bi vî rengî temsîliyeta rastîn û berpirsiyar ji bo gelê me misoger dike.

Dawiyê, diyar kirin ku ev gav rastkirina rê û rêbazan û bicîhanîna baweriya ku gel daye wan û ew ê nehêlin ku xwestekên gel ji bo nakokiyên kesane werin bikaranîn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye