Wezareta Karê Hundir a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev li herêma Seede ya li Bexdayê, di navbera du eşîran de şer derket.
Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku di encama şer de du leşkerên payebilind hatine kuştin û 10 karmendên Wezareta Karê Hundir a Iraqê jî birîndar bûne.
Li gorî heman daxuyaniyê hêzên ewlekariyê bersiva êrişa çekdarî ya her du eşîran daye û di encamê de du kes jî ji êrişan hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Her wiha 6 kes jî ji her du eşîran hatine binçavkirin.