Tevgera El Hûsî ya Yemenê îro bi 3 balafirên bê mirov û mûşekekê êrîşî Îsraîlê kir.
Li gorî daxuyaniya berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Seri, armanca êrîşa mûşeka ku avêtine balafirgeha Bin Goriyon a herêma Yafayê, pêk hat. Ev êrîş jî hişt ku bi hezaran welatiyên Israîlê ji bajarên xwe derkevin û berê xwe bidin wargehên parastî.
Her wiha 3 êrîşên ku bi balafirên bê mirov ên li ser herêmên Yafa Esdûd û Um Reşreş pêk hatin.
Hûsiyan destnîşan kir ku ew ji Mijdara 2023 yan de, ji ber piştgiriya wan ji Xezeyê re êrîşên bênavber li ser Îsraîlê pêk tînin.
Her wiha Îsraîl jî, ji Tîrmeha 2024 an ve gelek êrîş li dijî binesazî û baregehên Hûsiyan li Yemenê pêk anîne.
Ceylan Hesen