Di çarçoveya şerê ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ya li ser Îranê de, ku ji roja Şemiyê ve dest pê kiriye, li seranserî Rojhilata Navîn ev şer belav bûye.
Îsraîlê îro li dijî avêtina roket û dronan ji aliyê Hîzbûllahê ve li ser taxên başûrê Beyrûtê, ku keleheke Hizbûllahê ye, êrîşên hewayî yên giran da destpêkirin.
Hîzbûllahê ji bo tolhildana kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî roket û dronan avêtibû Îsraîlê.
Ev êrîşa yekem a Hîzbûllahê li ser Îsraîlê ye ji destpêka êrîşên hewayî yên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê ve ye.
Hizbullah, komeke şîe ye ku di sala 1982'an de ji aliyê Pasvanên Şoreşê yên Îranê ve hatiye damezrandin.
Yek ji hevalbendên herî girîng ên Tehranê li Rojhilata Navîn e.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan dest bi lêdana hedefên Hizbullah li seranserê Lubnanê kiriye.
Di nav de cihên ku aîdî rêveberiya Hizbullah li Beyrûtê jî hene.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Lubnanî ragihandin ku êrîşên hewayî çend deverên li taxên başûrê Beyrûtê hedef girtine.
Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê Eyal Zamîr di daxuyaniyekê de got: "Hizbullah di şevekê de êrîşek li dijî Îsraîlê kir û ew berpirsiyariya tevahî ya her gurbûnê li ser xwe digire."
Artêşa Îsraîlê hişyariyên valakirinê ji bo niştecihên bi dehan gundên li başûr û rojhilatê Lubnanê da.
Di êrîşa îsraîlê yên li ser libnanê de 31 kes mirine û 149 kes jî birîndar bûne
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 31 kes mirine û 149 kes jî birîndar bûne.
Di heman demê de, Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun îdîa kir ku avêtina roketan ber bi Îsraîlê ve hewldanên ji bo dûrxistina Lubnanê ji şerê herêmî têk dibe.
Her wiha Wezareta Perwerdehiyê ragihand ku hemû dibistan û saziyên perwerdehiyê yên li Lubnanê hatine girtin.
Serokê grûpa parlemanî ya Hizbullahê Mihemed Raad, hat kuştin
Çavkaniyên El Erebiyayê radigihînin ku Mihemed Raad, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê û serokê fraksiyona parlemanî ya Hizbullahê, di êrîşeke hewayî ya Îsraîlê de li Lubnanê hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê got ku çend muşekên ku ji Lubnanê hatine avêtin li deverên vekirî ketine û Hêza Hewayî ya Îsraîlê yek ji wan asteng kiriye.
Hizbullahê got ku wan tesîseke parastina mûşekî ya leşkerî ya Îsraîlê li başûrê Hayfayê hedef girtiye.
Ev cara yekem e ku Hizbullah ji şerê 2014'an vir ve êrîşeke wiha pêk tîne.
Hizbullahê di daxuyaniyekê de got: "Serokatiya berxwedanê her tim tekez kiriye ku berdewamiya êrîşkariya Îsraîlê û kuştina rêber, ciwan û gelê me mafê dide ku em xwe biparêzin û di dem û cîhê guncaw de bersivê bidin."