Netanyahu: Dan û standin li ser bêçekkirina başûrê Sûriyê hene

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi rêya daxuyaniyeke tevlevizyonî ragihand ku: “Ji bo bêçekkirina başûrê Sûriyê dan û standinên ewlehiyê hene." Netanyahu eşkere kir ku ew ji axa Sûriyê ya ku ketinê, venakişin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê 14 salan ê Sûriyê hişt ku her aliyekî ciyografya vî welatî bibe xwedî rewş û hêzeke taybet, dema ku "Başûrê welat" tê bikarnîn, ne tenê aliyekî erdîngariya vî welatî nîşan dide, lê niha dema "Başûrê Sûriyê" tê gotin, vê wateyê dide, ku ev dever bi biryar û stratejiya ewlehiyê ya Îsraîlê ve hatiye girêdan.

Serokwerzîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku Hikûmeta wî ji bo bêçekkirina Başûrê Sûriyê, dan û standinên rasterast li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dike.

 

Netanyahu: Em herêmên Sûriyê yên bêçek bernadin

 

Netanyahu bi rêya televizyonê axivî û got: “Îsraîl dev ji herêmên xwe yên bêçek ên Sûriyê bernade." 

Her wiha destnîşan kir ku "parastina Durziyan, beşeke bingehîn a lihevkirinên muhtemel e."

 

Netanyahu: Di danûstandinan de pêşketin heye

 

Di heman demê de, diyar kir ku "Serkeftinên Îsraîl li dijî Hizbullahê, rê li pêşiya derfetên nû yên pêkanîna aştiyê bi Sûriyê re vekir."

Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku di dan û standinên li gel Şamê de "tevî şertên mezin ên heyî, hinek pêşketin çêbûye."

 

Israel Katz: Em ji çiyayê Heremûnê nalivin

 

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Israel Katz çû Çiyayê Heremûnê yê li sêgoşiya di navbera Şam, Lubnan û Îsraîlê de û li ser hesabê xwe yê Xê, wêneyên xwe û leşkerên Îsraîlê belav kir.

 

Amerîka serkêşiya dan û standinên Israîl û Şamê dike

Di gelek raporên çapemeniyê de hate ragihandin ku DYA`ê ji bo “bidestxistina lihevkirineke bilez” fişarê li Îsraîlê dike ji bo ku tawîzan bide. Di hin raporên din de jî hate destnîşankirin ku dibe vê hefteyê, di çarçoveya civîna Komeleya Giştî ya NY`yê li New Yorkê de, rêkeftin bê ragihandin.

Beriya wê jî, rojnameya Jerusalem Post a ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê, ragihandibû ku pêşketinên di dan û standinan de heya niha temam nebûne û di navbera daxwaz û pêşniyaran de ferqeke mezin heye.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24