Netanyahu: Em ê êrîşên xwe yên dijwar li dijî Hizbullahê bidomînin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îro got ku Îsraîl bi hêz, rastbûn û bi biryardarî êrîşên li ser Hizbullahê didomîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh di navbera Îran û Amerîkayê de agirbesteke 2 hefteyî hat ragihandin.

 

Li gorî daxwazên Îranê diviyabû Libnan jî di nava vê agirbestê cihê xwe girtiba.

 

Îro Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Îsraîl bi hêz, rastbûn û bi biryardarî êrîşên li ser Hizbullahê didomîne û wiha got:

 

“Îşev, hêzên Îsraîlê li başûrê Libnanê êrîşî rêze cihên binesaziya terorîstan kirin; korîdorên ku ji bo veguhestina bi hezaran çek, mûşek û avêtinê têne bikaranîn û depoyên cebilxaneyê yên Hizbullahê, cihên avêtinê û navendên fermandariyê.”

 

Benjamin Netanyahu, anî ziman ku her kesê ku li dijî welatiyên Îsraîlê tevbigere dê were lêdan û wiha lê zêde kir:

 

“Em ê li her deverên ku pêwîst be li Hizbullahê bidin heta ku em ewlehiya tevahî ji niştecihên bakur re vegerînin.”

 

Sibeha îro balafirên şer ên Îsraîlê rêze êrîşên hewayî li taxên başûrê Beyrûtê û bajarokên başûrê Libnanê pêk anîn.

 

Her wiha Hêza hewayî ya Îsraîlê li taxa Şîa ya li taxên başûr jî xist.

 

Hizbullah: Heta ku êrîş li ser me werin kirin em ê jî êrîşên xwe bidomînin

 

Hizbullahê jî eşkere kir ku piştî êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên kujer li Libnanê, ew ê êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê bidomîne wiha lê zêde kir:

 

“Heta ku êrîş li ser me werin kirin em ê jî êrîşên xwe bidomînin.”

 

Li Libnanê 25 welatiyên Sûriyê hatin kuştin

 

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrîşên Îsraîlê li dijî Libnanê de, 250 kes hatin kuştin û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûn.

 

Hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de, jin û zarok jî di nav de, 25 welatiyên Sûriyê hatin kuştin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye