KOMÊN CÎHADÎST ÊN NÛ LI SÛRIYEYÊ TÊN AVAKIRIN

Koma bi navê Ensar El-Sune piştî hilweşîna rêjîma Baasê bi gef û komkujiyên li ser pêkhate, bawerî mezhebên Sûriyê navê xwe da bîhistin. Ensar El-Sune, destpêkê komkujiya Dêra Mar İlyas a Şamê û piştre şewata daristanên Berava Sûriyeyê girte ser xwe.

reset font size increase font size

Piştî hilweşîna rêjîma Baasê û bi hatina hikûmeteke demikî bi serokatiya Ehmed Al-Şera ku berê bi navê Ebû Mihemed El-Colanî dihat naskirin, di şubata 2025an de navê Ensar El-Sune li Sûriyeyê hat bihîstin ku wek komeke cîhadîst a tundrew xwe da naskirin.

Ev koma çekdar a cihadistên tundrew, bi kiryar û binpêkirinên li dijî pêkhate û beweriyan, şêwazekî nêzî şêwazên DAIŞê pêk tîne.

ENSAR EL-SUNE KÎ NE Û GELO NAVÊ WÊ JI KU HATIYE 

Ensar El-Sune navê xwe ji gotina Ensar digire.
 "Ensar" dema ku pêxemberê Islamê Mihemed ji Mekayê derdikeve û berê xwe dide bajarê Medînayê, beşek ji xelkê wê deverê  yên ku pêşwaziya Mihememd dikin, ji wan re  "Ensar" tê gotin. 
Her weha ji kesên ku bi Mihemed re koçî Medînayê kiribûn, "Muhacir" dihat gotin.

Ensar El-Sune bi awayekî veşartî  li welatên mîna Mozambîk, Misir û li Başûrê Kurdistanê jî rêxistina xwe ava dike, ew jî bi armanca girtina desthilatê, li jêr navê avakirina dewleteke Îslamî ku cîhadîstên Sune têde desthilatdar bin. 

ENSAR EL-SUNE LI SÛRIYEYÊ DEST BI KUŞTINÊ KIRIYE 

Li gorî baweriya Mezheba Sune di ola Îslamê de, 4 mezhebên sereke hene, ew jî; Henîfî,  Şafiî,  Malikî û Henbelî ne.
Ji aliyê xwe ve Sunî, mezhebê Şia yê ku Ceferê Sadiq bingeha wê daniye, napejirînin.

 Ji ber cudahî û nakokiyên mezhebî di navbera wan de, şerên bi xwîn derketine, vî şerî rê li ber parçebûneke olî vekiriye .

Koma Ensar El-Sune ya cihadîst ku xwe dispêre nakokî û cudaxwaziya mezhebî, gefên kuştin, şewitandin û koçberkirinê li pêkhate, bawerî  û mezhebên olî dixwe.

Li Sûriyeyê Ensar El Sune gelek kuştin û revandin pêk anîn, herî dawî jî şewata daristanên Laziqiyê girtin ser xwe .

ENSAR EL-SUNE GEFA KUŞTINÊ LI XIRISTIYANAN DIXWE

Dîsa koma  Ensar El-Sunne li bajarê Safîta yê girêdayê parêzgeha Tertûsê ya Berava Sûriyeyê, belavok bi dîwarên malan ve kirin. Di belavokan de gefa kuştina zarokan, revandina jinan û hilweşandina dêran li şêniyan û bi taybetî li Xiristiyanan xwarin.

Ensar El-Sune kiryar û sucên şer ku dike li ser medyaya civakî, bi wêne û dîmenan bi armanca propagandayê belav dike. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24