Li parêzgeha Babilê ya Îraqê, Komên milîs ên nêzîkî Îranê 2 êrîşên esmanî pêkanîn.
Medyaya Ewlehiyê ya girêdayî Fermandariya Operasyonên Hevpar a Îraqê, di vê derbarê de, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de, wiha hat gotin:
"Di çarçoveya armanckirina duyem de, herêma Curf El-Nesrê ya li bakurê parêzgeha Babilê îşev saet 19:25'an cara duyem rastî êrîşa asmanî hat."
Aliyên rayedar, ji bo standina tedbîrên pêwîst rewşê ji nêz ve dişopînin."
Her wiha di berdewamiya de hat destnîşankirin ku yekîneyên pêwendîdar pêşketinên li qadê dişopînin.
Di êrîşan de 2 milîsên girêdayî Îranê hatin kuştin
Duh nîvro jî baregehên Heşdî Şebiyê yên li herêma Curf el-Sexrê ya li bakurê Babilê hatibûn bombebarankirin û di encamê de 2 milîs hatibûn kuştin.
Fermandariya Operasyonên Hevpar piştî bombebarana yekem daxuyaniyek dabû û wiha gotibû:
Desteya Heşdî Şebiyê jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di êrîşên asmanî de 2 milîs hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.
Desteyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku "Aliyên rayedar ji bo zelalkirina hûrguliyên bûyerê û tespîtkirina ziyanê dest bi kar û barên pêwîst kirine.
Her wiha şopandina meydanî û ewlehiyê didome."
Ev êrîş, di hemwextî şerê Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê de pêkhatiye.