Berdevkê Encûmena Parêzvanan Hadî Tehan Letîf got ku Encûmena Rêberiya Demkî dê karên xwe bi rê ve bibe heta ku civînek were lidarxistin û rêberekî nû were hilbijartin.
Qalîbaf: Me ji bo piştî mirina xameneyî jî plan kiribû
Di gotareke televîzyonî de, Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf wiha got:
"Me xwe ji bo hemû senaryoyan amade kiriye û heta ji bo piştî kuştina Xameneyî jî plan kiriye.
Hûn ê bibînin ku bi avakirina Konseya Rêbertiyê re, dê di nav gel û rayedaran de desthilatdarî çêbibe.
Trump û Netanyahu xeta me ya sor derbas kirin û ew ê bedela wê bidin."
Larîcanî: Komîteya serkirdayetiya demkî di demek zû de dê were avakirin
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî Elî Larîcanî, di hevpeyvînek televîzyonî de wiha ragihand:
"Piştî kuştina Elî Xamineyî, Komîteya Serkirdayetiya Demkî ya dewleta Îranê dê di demeke nêzîk de were avakirin."